Symposium zum Thema „Ezidentum: Vom Oralen zum Schriftlichen“.

Veröffentlicht am 14.12.2013
Liebe Freundinnen und Freunde,

die „Christlich-Ezidische Gesellschaft für Zusammenarbeit in Forschung und Wissenschaft e.V.“ (CEG) veranstaltet in Zusammenarbeit mit der Justus-Liebig-Universität Gießen, Fachbereich 04 in der Zeit vom 27.07. bis 29.07.2012 ein Symposium zum Thema „Ezidentum: Vom Oralen zum Schriftlichen“. Dazu möchten wir Sie recht herzlich einladen. Das nähere Programm können Sie dem Flyer entnehmen.

Eines der wesentlichen Ziele der CEG ist die grenzüberschreitende und wissenschaftliche Zusammenarbeit zwischen Christen und Eziden. Zu diesem Zweck fördert die CEG den theologischen Dialog. Sie regt zum Studium der Religionsgeschichte und zur wissenschaftlichen Exegese von Quellentexten an, fördert länderübergreifende kulturelle und religiöse Veranstaltungen. Dieses Ziel soll jedoch ausdrücklich nur in Zusammenarbeit mit Ezidinnen und Eziden erfolgen. Die Veranstaltung beginnt daher am Freitag in den Räumen der Ezidischen Gemeinde Hessen e.V.. Ferner begreift sich die CEG nicht als Konkurrenz zu anderen ezidischen Organisationen und Institutionen, sondern vielmehr als Ergänzung zu diesen. Diese Organisationen sind daher zur Teilnahme ausdrücklich eingeladen.

Wir möchten an dieser Stelle darauf hinweisen, dass es sich nicht um eine klassische Vortragsreihe handelt. Unsere Referenten verstehen ihren Beitrag als Impulse, die in die jeweilige Thematik einführen sollen, ohne den Anspruch auf Vollständigkeit zu erheben. Die Vorträge sollen in den jeweiligen Diskussionen vertieft und gegebenenfalls ergänzt werden. Die Tagungssprache ist deutsch. Gleichwohl gibt es die Möglichkeit, Ihr Anliegen auf Arabisch, Kurdisch oder Englisch Kund zu tun, um es anschließend dolmetschen zu lassen.

Wir bitten um eine kurze Teilnahmebestätigung bis zum 25.07.2012 per Email oder Telefon. Die Ezidische Gemeinde Hessen stellt (begrenzte) Übernachtungsmöglichkeiten zur Verfügung. Bitte teilen Sie in der Anmeldung auch mit, an welchen Tagen Sie an dem Symposium teilnehmen und ob ein Übernachtungswunsch bei Mitgliedern der Ezidischen Gemeinde Hessen besteht.

Abschließend bitten wir um Verständnis für die Kurzfristigkeit der Einladung und hoffen dennoch auf eine Teilnahme Ihrerseits.

Mit freundlichen Grüßen

 

Die CEG
Ganzen Eintrag lesen »

Vexwendin

Veröffentlicht am 14.12.2013
Vexwendin

 

 

 

 

 

Roj baş bi rez serokê / seroka Mala Êzîdîya,

                                                                                 

Ez bewerim ku em hemû ji axaftina wala ter bûna. Hemû nûner, serok û endamên civaka me ji tifak û tebayîyê xeber didin.

Rezdarên heja, tifak bê tahmûlkirin û rezdarî çê nabê. Li ser vî hasasî em canebê te bê şart û şûrat vexwendinî civîna / kombûna nûner / serokên malên Êzîdîyan di dema 27.07.2012 dikin.

Rezdarên heja, Êzîdî me wek rêber û nûnerê xwe tahmûl bikin ji, ez bê nekşandina gotinên xwe dibejim, Êzîdîyan ev bêtifakî hak nekirna.

Emê ji bo canabê te taslaka (Entwurf) Deklarasyona ve kombûnê beşînen. Le bes ev deklarsyon tenê pêşnîyarika. Em wek civaka Êzîdîyan li Hessen ji bo hemû fikra wekirîna.

Rêzdarên heja, roj ne rojen nivîs û gotinên dirêjin.

Ji kereme xwe me agahdar bikin ku hûn tevlî kombunê dibin an ji na.

 

 

 

 

Silav û rez

 

Irfan Ortac
Ganzen Eintrag lesen »

JI NAVDARÊN KURDÊN ÊZDÎ, ŞENDO AKYEL, DI ENCAMA QEZAYEKE TRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Veröffentlicht am 14.12.2013
JI NAVDARÊN KURDÊN ÊZDÎ, ŞENDO AKYEL, DI ENCAMA QEZAYEKE TRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA




Şendo Akyel di sala 1934an de, li gundê Bazbûtê yê girêdayî navçeya Qubînê (Bişêriyê) ye hatiye dinyayê. Malbata Akyel di destpêkê de li gundê Baximzê, di pey re li gundên Çinêriya, Gedûkê, Kanîrewa, Hecrê û herî dawî jî li gundê Texeriyê jiya ye.

Şendo Akyel jî tevî malbata xwe, heta sala 1966an zarokatî û ciwantiya xwe li van gundên navbûhûrî derbaskiriye. Di sala 1958an de bi qîza Ozmanê Xezalê, ku navdarek ji navdarên êzdiyan e re zewiciye û bavê 5 kur û 4 qîzan e.
Şendo Akyel di sala 1966de tê Almanya, bajarê Brakeyê yê nêzî Oldenburgê. Piştî demekê ew diçe bajarê Celleyê, ji wir xwe li dost û hevalên xwe digire tê Milîngenê û ji wir jî di sala 1972an de tê bajarê Emmerichê.
Gorbihişt Şendo Akyel sembola mêvanperweriya kurdên êzdî bû. Deriyê wî hertim ji mêvanan re vekirî bû û kesê bêkesan bû. Di hemû demên zor û zahmet de, hawara kesên hewcedar bû.  
Hiskiriye axa welatê xwe, Xwedêjêrazî Şendo Akyel, di sala 1974an de, li Wêranşarê gundê Minminîk dikire û girêdana xwe ya bi axa bav û kalan re zêdetir dike. Piştî ew ji kar taqawît dibe, di sala 2000an de, bi hisreteke mezin vedigere gundê xwe Minminîk. Ji vê demê ve, piraniya salê dema xwe li wir didomand.

Xwedêjêrazî Şendo Akyel, di 24.07.2012an de, di dema bi wesayîta xwe rêwitiyê dike, qezayeke kedernak derbas dike û di encamê de giran birîndar dibe. Piştî berxwedana 2 rojan, tevî hemû hewldanên tixtoran, mixabin di roja 26.07.2012an de, li nexweşxaneya Rihayê çavên xwe ji jiyanê re digire.

Termê Xwedêjêrazî Şendo Akyel, li ser wesiyeta wî, wê bi beşdariya endamên malbata wî û herwiha hezkiriyên wî, di 28.07.2012an de, li gundê wî Minminîk were veşartin. Malbata wî wê him li gund û him jî li Mala Êzdiyan Emmerich sersaxiyan qebul bike.
Em jî wek rêveberiya Mala Êzdiyan Emmerich bavê rêvebirên Mala Êzdiyan, hevalên me Rixda û Ferho, Xwedêjêrazî Şendo Akyel bi rêz û hûrmet bibîr tînin û dibêjin bila serê malbata wî, serê hemû dost û hevalên wî û serê û gelê me sax be, rehma Xwedê lêbe, cihê wî bihişta baqî be

26.07.2012

DÎVANA MALA ÊZDIYAN EMMMERICH







 






Ganzen Eintrag lesen »

CANGORÎ NÎRXÊN PAŞEROJÊYÎ HERÎ PÎROZ´IN !

Veröffentlicht am 14.12.2013
CANGORÎ NÎRXÊN PAŞEROJÊYÎ HERÎ PÎROZ´IN !



 



PIŞTÎ 5 SALA ÇI HAT GUHARTIN GELO !?..



 



Dema mirov bahsa dîrok û cangoriyan dike,yekyser ferman,qirkirin.Jenosîd û katîlamên ser kurdên êzdî tên bîra mirova,wek hişiyariyê kû zîhina hemû kurdên êzdî û gelên kurd dejî hertim 72 ferman hatine bicîkirin.Û tên bi bîranîn!..



 



Berî 5 sala jî 14.08.2007an li Şengalê Bajarê Til Hizêr û Sîba Şêhx Xidir qatîlam û jenosîdek mezin bi 2 kamiyonê mezin bombe barankirî hate pêkanîn.Bi sedan kurdên êzdî hatin kûştin.Bi sedan hatin birîndarkirin.Nêzî sed kesîjî hûndabû û hêjî ji akîbeta van kesa ti agahiyê berçav nayên dîtin.Bi hezara kes perîşan bûn,bê cî û warbûn,bi hezara ji ber şart û mercên zahmet û zor koçberî her aliyê cîhanê bûn!..



 


Ganzen Eintrag lesen »

SEROKÊ MALA ÊZDIYAN EMMERICH ADIL DEMÎRAY HATE HILBIJARTIN

Veröffentlicht am 14.12.2013
SEROKÊ MALA ÊZDIYAN EMMERICH ADIL DEMÎRAY HATE HILBIJARTIN




Wek tê zanî roja 10.06.2012 kongera mala êzdiyan Emmerich ya 19.Bi tevlîbûna girseyeke gel dora 300 kesî Pêkhat,jibo rêvebiriya nu piraniya wan Jin,ciwan û ji hemû beşên civakê 25 kes hatin hilbijartin.



 



Roja 17.06.2012 jî jibo karparvekirina dema nu civîna gîhîştî hate çêkirin.Adil Demiray wek serok,jibo dîvanê 7 kes,komsiyona çavdêrê´yê 3 kes,komsiyona jina,ciwana,hunermenda,perwerdê,berpirsiyarê herêma û komsiyona têkiliyê derva hatin´e wezîfedarkirin..



 



Çend biryarê serek kû di kongerêde hatibûne erêkirin.Evin.Li ser esasên komsiyonê hatine destnîşankirin.Sîstematîk li herêma xebatên pratîk ê werin aktîfkirin.Çalekiyên taybet,pîrozbahî,civînên gel,semîner û li gorî pêvajoyê hewldan werin dayîn..



 



Jibo tahmûl,yekîtî,tifaq,aşîtiya navxweyî,komsiyonê taybet werin amdekirin!.Jibo pêvajoya kongera netewî,kurdên êzdî bê par nemînin,nîrx û bedelên hatine dayîn bi parêzin.Hewldanên taybet werin pêkanîn!..



 



Bi taybetî tecrîta ser rêberê gelê kurd,êrîş û qirkirina siyasî ya ser şaredar,siyasetmedar û hemû perçên kurdîstanê hate şermezarkirin.Pêvajo û xebatên jibo kongera netewî hatine silavkirin!..



 



PEYAMÊ KÛ JIBO KONGERA 19.HATINE DAYÎN



 



Ê zindî amade,



 



1.Însyatîfa Aşîtiyê



2.K.Gel



3.Mala Êzdiyan Oldenburg



4.KNK



5.Mala Êzdiyan Leer



6.FKÊ



7.Mala Êzdiyan Bîlefeld



8.Meclîsa Gel Duisburg



9.Mala Êzdiyan Gîßen



10.Mala Êzdiyan Kalkar



 



ÇEND KESAYETÊ KÛ AMADE



 



1.Eskerê Buyik



2.Şêxh Îlyas Ersu



3.Şêxh Evdo Mutlu



4.Eyup Kurt



5.Merwan Reşo



6. Îlyas Yanç



7.Cahîd Bilgîç



8.Pîr Îsmail



Û gelek kesayetê dinê ji herêmê



 



Ê KÛ PEYAMÊ XWE BI NIVÎSKÎ ŞANDIBÛN



 



1.Parlementera berê Feleknas Uca



2.Mala Êzdiyan Ninburg



3.Mamoste Emîn Akbaş



4.Dîrokzan Loqman Bariş



5.Pedegok Xelîl Savcu



6.Nivîskar Heso Hurmî



7.Rojnemevan Çekdar Kurdî



 



Hêjayî gotinêye kû li gorî ji mere hate gotin.Kamara Çira tv jî amadebû!?.Herwusa di vî 18 salê derbasbûyîde cara ewilbû kû henek mêvanê me qedirê xweyî mêvantiyê şikandin.Û xeyîdî!..



 



Tevî kû kongere bi zahmetî,alozî û ne tahmûlkirina henek mêvanê me derbasbûjî,lê di encamêde endamê me bi sebreke mezin.Rêvebiriyeke li gorî demê hilbijart,em wek rêvebiriya mala êzdiyan Emmerich,henek tiştê kû dervayî daxwzî û îrada me qewimîn. ji hemû endam,mêvan û gelê xwe lêbûhirîna xwe dixwazin!..



 



Silav û rêz



Rêvebiriya Mala Êzdiyan Emmerich



 



18.062012  
Ganzen Eintrag lesen »

SPASÎ - Kongera 19. Mala êzdiyan Emmerich

Veröffentlicht am 14.12.2013
SPASÎ

 

Roja 10.06.2012 a,jibo li darxstina.Kongera 19.Ya mala êzdiyan Emmerich ya asayî,bi tevlbûneke girseyî ya endama û gel hate li darxstin.

 

Piştî bîranîna cangoriyê 73 fermana û şehîdê şorşa kurdîstanê bi srûda şerfedî,dîvanek li gorî destûra mala êzdiyan bi raya delega hate qebûlkirin.

 

Kongere bi atmosfereke gelekî mezin û heybet,ji aliyê delege û mêvana ve bi sebreke mezin.Bi balkêşî Hate şopandin.Û xweyî derketin.

 

Li kongerê gelek,mal,komelê êzdiyan,şexsiyetê navdar û saziyê kurd jî amadebû,geleka jî peyamê xwe bi nivskî şandibûn,tevlîbûna piraniya ciwan û jina gelekî balkêş bû,

 

li heberî hemû astengî,zahmetî û helwestên valederxstina kongerê,hemû delege û platforma amade,bi sebreke mezin.Li gorî destûr û prensîbê demokratîk,di nava heycaneke mezinde rêvebiriyek nu ji zêdetirî 20 kesan hilbijartin.

 

Em wek rêvebiriya mala êzdiyan Emmerich,jibo tevlîbûna piraniya delege,mêvan û hemû beşdara,bi taybetîjî jibona bi sebreke mezin.Xweyîderketinek mînak û parastina aşîtiya nav xweyî û tahmûlkirina hemû hesta,

 

spasiyê xwe diyardikin.Helwesta wane demokratîk pîrozdikin.Û serkeftina wan silavdikin!..

 

RÊVEBIRIYA MALA ÊZDIYAN EMMERICH

 

Têhbinî: (Not) Emê encamê kongerê û agahiyê berfire piştî demekê,bi raya gîhîştî re parvekin..
Ganzen Eintrag lesen »

HÊRSA ÊZDÎYAN PÊL BI PÊL BILIND DIBE!

Veröffentlicht am 14.12.2013

 Ev demeke dirêje kû leystik,pravaksyonê çetan û şebeka li ser cuwanê û zarokê êzdîyan tên meşandin.Ev çete û şebeke bi organîze û pilanekî zanist,yek bi yek û kom bi kom,zarok û cuwana dixapînin.Jibo kû van zarok û cuwana di karê xirab,narkotîk û ticareta însanade bi karbînin her riyê di cerbînin.

Ganzen Eintrag lesen »

ISAL LI EMMERICH CEJNA ÇARŞEMA SOR BI XEMGÎNÊ HATE PÎROZKIRIN

Veröffentlicht am 14.12.2013

ISAL LI EMMERICH CEJNA ÇARŞEMA SOR BI XEMGÎNÊ HATE PÎROZKIRIN




 




Pîrozbahiya cejnê jibo pêvajoyê wek çalekî hate diyarkirin.




 




Wek ûn jî zanin her sal em wek mala êzdiyan Emmerich cejnê xwe bi bernamê şahiyê pîroz dikin.Îsal jiber sedemê kû tecrît û izalsuyon ser rêberê gelê kûrd heye û bi hezaran kes li zindana û Strasburgê ketine birçîbûna bê dem û dor veger,çarşema sor jibo wan wek çalekî hate diyarkirin.




 




Despêkê bîranîn jibo cangoriya hate pêkanîn.Serokê malê S.Demîr gel silavkir.Û cejna wan pîroz kir.




Çalekî li mala êzdiyan Emmerich hate pêkanîn,di çalekiyêde girseyek gel amadebû,herwusa gelek mêvan wek siyasetmedar Welî Roj,berpirsiyarê rêxstina gîhîştî ya Duisburg H.M..Komek hevalê xwe amadebûn Serokê meclisa gel ya Duisburg H.Sevkan,ji komela Elewiya Emmerich Îbrahîm û çend hevalê xwe hazirbûn,hemû mêvana di peyamê xwede berfire ser pêvajoyê dîtinê xwe anîn ziman,cejn pîroz kirin.Û banga xwe li gel kirin kû li pêvajoyê xweyî derkevin û yekîtiya xwe xurtbikin!..




 




Hûnermend Alan,Rojhat û Sîlvan jî bi kilam,helbest,awaz û qilasîkê xemgîniyê hetanî dawiyya bernamê hûnera xwe pêşkêşî gelkirin.Û hemû çalekvan silavkirin..




 




Hêjayî gotinêye kû modrtoriya bernamê hunermennd Alan pêk anî û axaftina rojê jî N.Erkîş diyarî gel kir.




 




19.04.12




Emmerich

Ganzen Eintrag lesen »

PARLEMENTERA GRÜNEN CLAUDIA ROT BAJARÊ EMMERICH ZIYARETKIR

Veröffentlicht am 14.12.2013
PARLEMENTERA GRÜNEN CLAUDIA ROT BAJARÊ EMMERICH ZIYARETKIR

 

 

Jibo pêvajoya hilbijartinê li NRW partiya grünê roja 09.05.2012 civînek bi navê diyaloga kultura li bajarê Emmerich organîze kir.Gelek saziyê herêmê û bi taybetîjî mala êzdiyan Emmerich jî hatibû dawetkirin.

 

Claudia Rot,despêka axaftina xwede berfire mijarên di rojevêde,rewşa biyaniya bi taybetî li almaniya,pirsgirêkên întegrasiyonê,pêvajoya hilbijartinê anî ziman,herwusa basa ziyareta xweye li Baxdayê û kurdîstanê kir.Di dawiya axaftina xwede prtuka êzdiyan nîşanî beşdara kir û got ez êzdiyan nazdikim.Û îro gelekî kêfxweşbûme kû nunerê mala êzdiyan li vir amadene.

 

Ser daxwaziya Claudia Rot,seroka integrasiyon Ratha Emmerich kû bi eslê xwe kurde Sultan Seyrek jî mafên peyamê girt, bi xêrhatina Rot kir.Di berdewamiya axaftina xwede bal kişand ser pirsgirêkê herêmê û zahmetiyê pêşiya biyaniya,

 

Sekreterê mala êzdiyan Emmerich Bedrî Akyel jî mafên axaftinê girt,berfire basa polîtîkayê partiyê siyasî li almaniya,polîtîka dewleta tirk û taybetî ya hukumeta AKP li heberî gelê kurd kir.Bal kişand ser kûştina Hirant Dink û buyerên li kurdîstanê,Akyel di berdewamiya axaftinê xwede basa rewşa kurdên êzdî li almaniya kir.Claudia Rot ji Akyel pirsî got ûn karin bas xebatê xweyî mala êzdiyan bikin?

 

Bedrî Akyel,got berfireya xebatên me di wê prtûka destê wedeye,rêxstina me ji sala 1993 ve hatiye damezrandin.Dora 4000 kurd li herêmê dijîn,dora 300 malbatê êzdî endamê mene û piraniya wan hem welatiyê almaniyane,projê me jibo,zarok,jin,ciwan,kultur û civakê hene,

 

piştî Claudia Rot spasiya Akyel kir,civîn bi rengekî diyalogê 2 seheta dewamkir.Di dawiya civînêde Rot ji beşdra re spasî kir û daxwazkir.Kû roja 13.05.2012 rayêdana xwe jibîrneki!

 

N.Erkîs

 

09.05.2012

Emmerich
Ganzen Eintrag lesen »

SPASÎ

Veröffentlicht am 14.12.2013
SPASÎ

 

26.07.2012an hiskiriyê civaka xwe,evîndarê axa welatê xwe,bavê`min.Şendo Akyel bi xemgînî û êşeke mezin.Koça dawîkir.

 

Ez di wê baweriyê deme kû rahmetiyê bavê min,bi tamamiya jiyana xwe,dinava civak,ol û miletê xwede mînakek herî başbû,jiber van sedemajî ji terefên civakê ve gelekî dihate hizkirin.Herwusa ez di wê baweriyê deme kû bi sedan dost,heval û kesên li welat û li almaniya hinge me xemgîn bûne û êşa me parvekirine,

 

ez bi navê hemû malbata xwe,spasiyê xwe jibo hemû dost,heval û berketiyê rahmetiyê bavê xwe Şendo Akyel dikim.Kû êş û xemgîniya me parvekirine,bi taybetî ji hemû malperê êzdiyan dergusc.com , FKÊ, yeziden.de,Mala êzdiyan Oldenburg,Kaniya Sîpî.de,Komela kaniya Sîpî,mala-ezdia.com,mala êzdiyan Emmerich û nivîskar Kemal Tolan re minetdarî û spasiyê xwe diyardikim..

 

Ferho Akyel

 

06.08.2012

 

 
Ganzen Eintrag lesen »