Neuer Beitragstitel

Veröffentlicht am 29.08.2014
Ganzen Eintrag lesen »

BANGA BERXWEDANÊ!

Veröffentlicht am 14.12.2013

BANGA BERXWEDANÊ!



 




Bê deng nemînin,bêdengî mirine!








Gelêmeyî welatparêz û êzdiyê dilsozê dîroka kevnar,wek ûnjî zanin ev demeke dirêje kû li welatê me kurdîstan di encama şerê bi qirêjde deweleta tirkiyê ti huquk,mafê mirova û adaletê naznake,bi polîtîkaê dervayî huqûqê navnetevî,bi bombayê gazê bi bûyerê vahşetê ser însanê sivîl û zarokên kurd wek mînaka Roboskî ruyê xweyî rast nîşanî cîhanê dide!..








Bê serok Apo jiyan nabe!








Ev 13 sale ser rêberê gelê kurd bi tecrîteke şidandî,bi zahmetî,zorî û poltîkayê pîskolojîk şerê xwe didin meşandin.Bi mantiqê qirkirinê bi hezara siyasetmedar,şaredar,wekîlê gel dora 8000 hezara hatine girtin.Li heberî vê siyaseta qirkirinê û astenkirinê hevdîtinê bi rêberê gelê kurd re,di serîde wekîlê gel û bi hezara girtiyê berxwedanê ev dora 2 heyvaye dest bi rojiya birçîbûnê bê dem û dorveger kirine !








Silav ji rêhevalê Mazlûm,Kemal,Xêrî ê berxwedana Strasburgê re !








Dibin hişyariya Berxwedan jiyane,bira rihê mirî hişyar bivin.15 lehengê kurd zêdetirî mehek û nîvê ye,jibo girêdana serok Apo,silavkirina berxwedanê zindana bê dem bedena xwe teslîmî berxwedanê kirine,ala mîrasa Kemal,Xêrî û Mazlum li paytexta avrupa Strasburg bilindibe !








Yan azadî yan azadî !








Gelêmeyî fedekar û êzdiyyê hizkiriyê serok Apo,divê kû em li heberî vahşetê û polîtîkayê devleta tirk ê bi qirêj hişyarbin.Li hemberî bê dengiya dewletê alîgirê tirkiyê,kû jibo mafên xweyî polîtîk,nîrxên gelan,huqukê navnetevî,adalet û demokrasiya xwe bin pêdikin.Têkevin nava seferberiyek bê hempa !Li heberî bê dengiya CPT îa xwedê giravî ne dibin bandora dewleta deye çalekiyê xweyî demokratîk bilintir bikin !..








 








Bi van bîr û baweriya em berxwedana hemû rêhevalê xwe silavdikin.Jibo em xweyî li rêberê xwe xweyî derkevin.li gorî rihê pêvajoyê wezîfên xweyî welatparêzî bînin cî,roja 29.04.2012 em dixwazin civînek gel li mala êzdiyan Emmerich pêkbînin !Em wek rêvebiriya mala êzdiyan Emmerich û komîta amadekar ya meclisa gel Kreis Kleve banga xwe li gelê xwe dikin.Kû bi rihê seferberiyê,bi rengekî girseyî xwe tevlî civînê bikin !.








 








BERXWEDAN JIYANE !








CÎH :Mala Êzdiyan Emmerich








Navnîşan :Ossenbruch 2.46446








SAHET : 13 :00








DEM :29.04.2012








ÎNFO :01729799465 -01734098313  -028221294

Ganzen Eintrag lesen »

BI XEMGÎNIYEK MEZIN MIN BÎHÎST KÛ ROJA 09.04.2012 PROF.DR. KARLANÊ ÇAÇAN KOÇA DAWÎKIR

Veröffentlicht am 14.12.2013
BI XEMGÎNIYEK MEZIN MIN BÎHÎST KÛ ROJA 09.04.2012 PROF.DR. KARLANÊ ÇAÇAN KOÇA DAWÎKIR

 

Dema kû ez sala 2002 tevî heyeteke FKÊ çûme Ermenîstanê,min Prof. Dr. Karlanê Çaçan nazkir.Jiber kû min berêjî navdariya rêzdar Karlanê Çaçan bihîstbû,bi taybetî di pilanê mede hebû kû em hevdîtineke taybet pêkbînin.

 

Piştî kû me pilannamaya xweye jibo rêze hevdîtina amadekir.Em agahdarbûn kû, Prof. Dr. Karlanê Çaçan tevî gelek wezîfên girîng,di rêvebiriya kurdîstan komîtê dejî nunertiyê dike,mejî bi kêfxweşî û gelek hêsan rendwiyek bi rêvebiriyya kurdistan komîtê kû birêz Prof. Dr. Karlanê Çaçan jî amadebû bi riya roportajek kamara pêkanî.

 

Di van salên dawîde kû navdarên meyî kurdên êzdî,li Ermenîstan,Gurcîstan û Soviyeta berê diçin ser dilovaniya xwe em gelekî xemgîn dibin.Wextê min bîhîst kû Prof. Dr. Karlanê Çaçan çûye ser dilovaniya xwe ez gelekî xemgînbûm û li êş û kûlên me yekdinjî zêdebû,

 

jiber kû birêz Karlanê Çaça kesayetek welatparêzbû,navdarekî herî jîrbû,heta dawiya emrê xwe di xizmeta gelê xwedebû,dema bi munasebeta kû heyeta me çû bi parlementerê partiya Taşnaka re hevdîtin pêkanî,Prof. Dr. Karlanê Çaçan jî di nav heyeta me de amadebû,min jîrbûn û welatparêziya Rêzdar Karlanê Çaçan di emeldejî wek layîqî navdariya wî zindî dît,

 

herçikas bi koça navdar,zaniyar û fîlozofê kurdên êzdî valeyek di nava gelê kurd de pêktê û ciyê wan nikarbe were tijekirinjî,divê em li mîrasa wan xweyî derkevin.Ala wan bilind bikin.Û layîqî bîranîna wan bimînin!..

 

Bi van bîr û baweriya dibêjim bira serê malbata Prof. Dr. Karlanê Çaçan û gelê kurd saxbe,rama xwedê lê be û ciyê wî bûhûşt be.

 

N.Erkîş

 

n-erkis@web.de

 

 

Tehbinî:Ezê hewlbidim kû roportaja di dest xwede jibo bîranina  Prof. Dr. Karlanê Çaçan bi weşînim.
Ganzen Eintrag lesen »

BANGA BERXWEDANÊ! - Bê deng nemînin,bêdengî mirine!

Veröffentlicht am 14.12.2013
BANGA BERXWEDANÊ!

Bê deng nemînin,bêdengî mirine!

Gelêmeyî welatparêz û êzdiyê dilsozê dîroka kevnar,wek ûnjî zanin ev demeke dirêje kû li welatê me kurdîstan di encama şerê bi qirêjde deweleta tirkiyê ti huquk,mafê mirova û adaletê naznake,bi polîtîkaê dervayî huqûqê navnetevî,bi bombayê gazê bi bûyerê vahşetê ser însanê sivîl û zarokên kurd wek mînaka Roboskî ruyê xweyî rast nîşanî cîhanê dide!..

Bê serok Apo jiyan nabe!

Ev 13 sale ser rêberê gelê kurd bi tecrîteke şidandî,bi zahmetî,zorî û poltîkayê pîskolojîk şerê xwe didin meşandin.Bi mantiqê qirkirinê bi hezara siyasetmedar,şaredar,wekîlê gel dora 8000 hezara hatine girtin.Li heberî vê siyaseta qirkirinê û astenkirinê hevdîtinê bi rêberê gelê kurd re,di serîde wekîlê gel û bi hezara girtiyê berxwedanê ev dora 2 heyvaye dest bi rojiya birçîbûnê bê dem û dorveger kirine !

Silav ji rêhevalê Mazlûm,Kemal,Xêrî ê berxwedana Strasburgê re !

Dibin hişyariya Berxwedan jiyane,bira rihê mirî hişyar bivin.15 lehengê kurd zêdetirî mehek û nîvê ye,jibo girêdana serok Apo,silavkirina berxwedanê zindana bê dem bedena xwe teslîmî berxwedanê kirine,ala mîrasa Kemal,Xêrî û Mazlum li paytexta avrupa Strasburg bilindibe !

Yan azadî yan azadî !

Gelêmeyî fedekar û êzdiyyê hizkiriyê serok Apo,divê kû em li heberî vahşetê û polîtîkayê devleta tirk ê bi qirêj hişyarbin.Li hemberî bê dengiya dewletê alîgirê tirkiyê,kû jibo mafên xweyî polîtîk,nîrxên gelan,huqukê navnetevî,adalet û demokrasiya xwe bin pêdikin.Têkevin nava seferberiyek bê hempa !Li heberî bê dengiya CPT îa xwedê giravî ne dibin bandora dewleta deye çalekiyê xweyî demokratîk bilintir bikin !..

 

Bi van bîr û baweriya em berxwedana hemû rêhevalê xwe silavdikin.Jibo em xweyî li rêberê xwe xweyî derkevin.li gorî rihê pêvajoyê wezîfên xweyî welatparêzî bînin cî,roja 29.04.2012 em dixwazin civînek gel li mala êzdiyan Emmerich pêkbînin !Em wek rêvebiriya mala êzdiyan Emmerich û komîta amadekar ya meclisa gel Kreis Kleve banga xwe li gelê xwe dikin.Kû bi rihê seferberiyê,bi rengekî girseyî xwe tevlî civînê bikin !.

 

BERXWEDAN JIYANE !

CÎH :Mala Êzdiyan Emmerich

Navnîşan :Ossenbruch 2.46446

SAHET : 13 :00

DEM :29.04.2012

ÎNFO :01729799465 -01734098313 -028221294
Ganzen Eintrag lesen »

Çarşema Sor 2012

Veröffentlicht am 14.12.2013

CEJNA WE PÎROZ BE!


 


Cejna Çarşema Serê Nîsanê di pêvajoyek gelekî girîng de tê pîroz kirin. Bi germaya pîrozîya agirê Newrozê gelê me ji hemû demê xurtir li ser piyaye  û hemû giyan dikevin nav vejîneke nû. Di dîroka Bawerî û Netewî de gelek cejnên meyî muqades û pîroz hene. Yek ji van cejnê bi rûmet jî Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor e. Çarşema Serê Nîsanê wek Sersala Kurdî te pîroz kirin. Gelek ciyan wekî cejna Tausî Melek tê pîroz kirin. Şêxadî di gotareke xwede wuha dibêje “Çarşem rojeke fadil e. Tauisî Melek afirandiye ji eşk û dil e. Bar tê nebê kesê ku î xafile.Deng yeke û hezar reng e.“


 


Di vê cejnê de, basimbar jî tê çêkirin.Wata basimbar xêr,berket, pêşî lê girtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiştekî piroz û navdar ve tê girêdan. Basimbar ji sê renga tê çêkirin,j i kesk, sor û zer. Meha Nîsanê,hem jî despêka şênbûna xwezayê ye û hemjî bûka salê ye. Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûka dernaxên, jiber bûka salê bixwe meha Nîsanê ye. Di vê pêvajoya gelê Kurd tê de derbas dibe, em weke Mala Êzdiyan Emmerich bang li gelê xwe dikin,


kû roja 18.04.2012 bi rêhê seferberiyê tevlî pîrozbahiya cejnê bivin!


 


Einladung !


Wir laden euch recht herzlich zum Çarsema Sor-Fest ein, um mit euch gemeinsam zu feiern! 


Auch bei den kurdischen Êziden wird am ersten Mittwoch im April das Fest "Cejna Çarşema Serê Nisanê" gefeiert, an dem Gott dem Engel Tausî Melek den Auftrag gegeben hat, die Erde zu erschaffen und sie für die Lebewesen, Tiere, Menschen und Pflanzen, bewohnbar zu machen.


Am ersten Mittwoch im April, dem Çarşema Sor (Roter Mittwoch), richten die Êziden ihre Hauseingänge mit prächtigem Blumenschmuck her. Hühnereier werden bunt bemalt oder gefärbt, grüne, rote und gelbe Bänder werden zusammengerollt und entweder als Armreifen oder als Haarschmuck getragen. Ebenfalls werden die bunten Bänder an Tierhörnern und an Getreidepflanzen befestigt.


 


Der Himmelsbote Tausî Melek , der an diesem Tag zur Erde geschickt wurde, wird damit um Beistand, Schutz und eine ertragreiche Ernte gebeten. Die Menschen befeuchten sich mit dem Morgentau, der sie verjüngern soll. Der Monat April ist bei den êzidischen Kurden ein heiliger Monat. In diesem Monat darf keine Hochzeit gefeiert werden. Der Monat April wird im Kurdischen "Buka Salê"  


(Braut des Jahres) genannt.


 


BERNAMA CEJNÊ!                CÎH: Mala Êzdiyan Emmerich                                               


1. Hunermend  Alan                           Ossenbruch 2.


2. Hunermend  Rojhat                       46446 Emmerich am Rhein


3. Hunermend Silvan                         DEM: 18.04.2012


4. Ziyaret (Tewaf)                               SEAT: 17:00


                                                         


 


 


                                       ÎNFO: 01729799465 


                 DÎVANA MALA ÊZDIYAN EMMERICH


 

Ganzen Eintrag lesen »

CEJNA ÊZÎ BI COŞEKE MEZIN LI KEVELAER HATE PÎROZ KIRIN

Veröffentlicht am 14.12.2013

Îsaljî wek salên derbasbû î,mala êzdiyan Emmerich li herêma kevelaer bi tevlîbûnek girseyî ji hemû beşên gel,civakê û mêvanên taybet cejna êzî di asta herî bilinde pîrozkirin.


Ganzen Eintrag lesen »

AGAHDARÎ

Veröffentlicht am 14.12.2013

YeniHeval û dostên hêja,

weke hûn jî dizanin, ji ber nasnameya xwe ya netewî û olî êzdî herdem rastî zilm, zor, qetilîam û fermanan hatine. Bi fermanan hêzên desthilatdar ew neçar hîştine ku ola xwe biguherin. Yên ola xwe neguhertine an qetilkirine an jî koçber kirine. Lê yên koçber bûne jî li her devera çûnê, ji vê yekê rizgar nebûne. Li gorî ilimdarên êzdî, ji bo qirkirina êzdiyan heta niha 72 ferman li serê wan rabûne.

Ganzen Eintrag lesen »

Cejna Êzî - 2011

Veröffentlicht am 14.12.2013

Cejnên we piroz bin !


Êzdiyên dil soz,


Di hemû baweriyade Roji û Cejn ciheki wan ê watedar heye. Roji û Cejnên Êzdiya  xwediyê dirokeke pir kevn in.Wateya wan di rêza ol û civaka me de gelek hêjaye.Divê em roji û Cejnên xwe, weke nimûneya xweyî derketina ol,îman û erkanê xwe bibînin.                                                        Cejna Şêşims, ya xwedanê rojê ye û elementeke herî pîroz e.Cejna Xwedana ya girêdana bi Ol û erkanê Êzdiyatiyê re ye. Cejna Êzî ya nasandina Ola Êzdiyatiyê û afrandina mirovahiyê ye.


Dema mirov li dirok û naveroka van cejn û rojiyên giranbiha dinêre xwedawendiya wane pîroz ji bo mirovahiyê cihanek û jiyanek afirandine. Lewma ji hewqas pîrozî û qutsayetiya wan heye. Piroziya van cejna di dema iro de ji her wexti bêtir, ji bo baweriya Ola êzda û çanda êzdiyatiyê hê watedare.Ji ber ku di her milide di bin xeteriyeke mezin deye. Giringe civaka kurdên êzdi û bi taybeti êzdiyên derveyi welat, baweri û Çanda xwe bi parêzin û lê xwedi derkevin.


Em bang li hemû kesên êzdi û bawermend dikin, pêwîst e, em rojên  cejna bikin rojên  aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka kurdên êzdi li her deverê xurttir bikin.Em wek Mala Êzdiyan Emmerich banga xwe li hemû gelê xwe dikin kû roja 16.12.2011 tevlî pîrozbahiya Kevelaer bivin.! Li ser vi esasi em cardin van cejna li hemû civaka kurdên êzdi û  li tevayi  gelê kurdistan pîroz dikin.


 


Einladung!


Liebe Mitglieder und Freunde,


wir laden euch rechtherzlich zum diesjährigen Fest  ,, Cejna Êzî “ ein, um gemeinsam mit euch zu feiern. Über euer kommen freuen wir uns sehr.!


Rojî /Fasten Tage


Rojiyên Şêsims:


29 ê Mijdarê destpêka rojiyên Şêsims


2 ê Kanûnê Cejna Şêsims


Rojiyên Xwedana:


6-7-8 ê Kanûnê rojiyên Xwedanan


9  ê Kanûnê Cejna Xwedanan


Rojiyên Êzî:


13-14-15,ê Kanûnê rojiyên Êzî


16 ê Kanûnê Cejna Êzî


B e r n a m e / Programm


1.Hûnermend Rojhat


2.Axaftina rojê û Mêvan


3.Koma Agirê Serbest


4.Ziyaret (Tewaf)


5.Hûnermend Sîlvan


DEM:16.12.2011


CÎH:


Bühnenhaus  


Bury-St.-Edmunds-Str.5


47623 Kevelaer


SEAT:17:00 Uhr


Dîvana Mala Êzdiyan Emmerich


 

Ganzen Eintrag lesen »

ISAL LI EMMERICH CEJNA ÇARŞEMA SOR BI XEMGÎNÊ HATE PÎROZKIRIN

Veröffentlicht am 14.12.2013
ISAL LI EMMERICH CEJNA ÇARŞEMA SOR BI XEMGÎNÊ HATE PÎROZKIRIN

 

Pîrozbahiya cejnê jibo pêvajoyê wek çalekî hate diyarkirin.

 

Wek ûn jî zanin her sal em wek mala êzdiyan Emmerich cejnê xwe bi bernamê şahiyê pîroz dikin.Îsal jiber sedemê kû tecrît û izalsuyon ser rêberê gelê kûrd heye û bi hezaran kes li zindana û Strasburgê ketine birçîbûna bê dem û dor veger,çarşema sor jibo wan wek çalekî hate diyarkirin.

 

Despêkê bîranîn jibo cangoriya hate pêkanîn.Serokê malê S.Demîr gel silavkir.Û cejna wan pîroz kir.

Çalekî li mala êzdiyan Emmerich hate pêkanîn,di çalekiyêde girseyek gel amadebû,herwusa gelek mêvan wek siyasetmedar Welî Roj,berpirsiyarê rêxstina gîhîştî ya Duisburg H.M..Komek hevalê xwe amadebûn Serokê meclisa gel ya Duisburg H.Sevkan,ji komela Elewiya Emmerich Îbrahîm û çend hevalê xwe hazirbûn,hemû mêvana di peyamê xwede berfire ser pêvajoyê dîtinê xwe anîn ziman,cejn pîroz kirin.Û banga xwe li gel kirin kû li pêvajoyê xweyî derkevin û yekîtiya xwe xurtbikin!..

 

Hûnermend Alan,Rojhat û Sîlvan jî bi kilam,helbest,awaz û qilasîkê xemgîniyê hetanî dawiyya bernamê hûnera xwe pêşkêşî gelkirin.Û hemû çalekvan silavkirin..

 

Hêjayî gotinêye kû modrtoriya bernamê hunermennd Alan pêk anî û axaftina rojê jî N.Erkîş diyarî gel kir.

 

19.04.12

Emmerich
Ganzen Eintrag lesen »

MALA ÊZDIYAN EMMERICH HEVDÎTINEK BI WEZÎRÊ HINDIR Ê NRW RALF JAGER RE PÊKANÎ

Veröffentlicht am 14.12.2013

Bi munasebeta kû partiya SPD her sal bi nunerê xweyî paye bilind re li bajarê Emmerich civînê taybet pêktîne û hertim mala êzdiyan Emmerich jî dawetî van civînê taybet dike,bi vê munasebetê serokê mala êzdiyan Emmerich Silêman Demîr û ji rêvebirê malê Pîr Merwan Erzî tevlî civîna SPD bûn,


Ganzen Eintrag lesen »