VEGERA WELAT Û ÇARESERÎ !
Ev demeke dirêje kû rayedarê turkiyê,rayedarê hêza çareseriya demokratî,nûnerê saziyê humanîter,mafê mirova,heyetên aqilmenda,hêzên demokratîk û bi taybetêjî civak kurd daxuyanî,nîrxandin.Û peyamên girîng jibo pêvajoya aşîtî û vegera gunda bi raya gîhîştîre parvedikin…
Di encama şerê dem dirêjde 4000 hezar gundê kurdan hatine xirakirin.Wêrankirin.Şewtandin.Îşkalkirin.Û desteserkirin.Bi milyona kes jiber encama şerê qirêj,koçberî metrepolê turkiyê,diyaspora û ê mayîjî di welatê xwede wek penaber,dinava gelek zahmetî,zorî û tengasiyê mezinde jiyana xwe berdewamkirine,di vê pêvajoya derbasbû î de piraniya gundên êzdiyan valebûne,civaka kurdên êzdî dervayî 500 kesî bi tevayî derbasî diyaspora bûne,gundên wanî mayî ya hatine desteserikirin.Yanjî hatine îşkalkirin.Yanjî bi emanetê jiber bê çaretiyê dane eşîr,feodal û axê herêmê xwe,êzdiyê mayîjî di nava gelek alozî,zahmetî û bedelên madî û manevî danede jiyana xwe berdewamkirine.
Piştî pêvajoya aştiyê li turkiyê û kurdîstanê hate despêkirin.Bi piranî kurdên êzdî nîrxek mezin jibo vê pêvajoyê dane despêkirin.Jibo vegerê meclisê gunda avakirin.Xwe bi rêxstinkirin.Bi riya heyeta rewşên herêma û gundên xwe berçavde derbaskirin.Gelek dawên huquqî jibona gundê xwe vekirin.Di gelek milande bi hewldanên cidî jibo vegerê bi hemû rayedar û saziyên navbuhirî re hevdîtinê girîng û pêwîst pêkanîn,divê kû mirov rewşa gundê êzdiyan bi taybetî ji gundê dinê cudetir bi nîrxîne,jiber kû bi çend aliya ve neheqî û zordestî zêdetir li kurdên êzdî dibe,yek jiber ne xweyîderketina dewletê,dido jiber serdestiya îslametiyê,sisê jiber zilm û zora eşîr,axa û feodalê herêmê,çar jiber xemsariya civaka kurd,pênc jiber kû saziyê demokratîk,humanîter,mafê mirova erk û berpirsiyariyê xwe nayîne cîh,şeş jiber hêza rizgariya demokratîk bi rengekî pratîk nakeve nava hewldana!..
Di vê nivîsa xwede ez dixwazim bi rengekî pratîk û vekirî bahsa vegera gunda astengî û çareseriyê bikim..
NÊZÎKBÛNÊ DEWLETÊ
Devlet û rayedarê turkiyê jiber kû di makezagona turkiyêde êzdî heta vêga naznekirine,nasnama wane olî qebûlnekirine,civakek wusa li turkiyê dijî anjî najî qet haya wan fermî ji kurdên êzdî tine,jiber van mantiq û helwestên huquqî,heta vêga di milê ewlekarî,hemwelatî,nasnama olî û civakîde dewletê êzdî naznekirine,tenê dema kû henek qewmandin.Û bûyer qewmîne ji kesên taybet agahî hatiye girtin.Û hemû daxuyanî û nêzîkbû li gorî van agahiyê taybet hatiye pêkanîn.
Di vê pêvajoya aşîtiyêde kû berfire bahsa vegera gunda tê kirin,çiqas gundê êzdiyan hene devlet nizane,çiqas êzdî koçber bûne,nizane,çiqas li turkiyê jiyan dikin.Nizane,êzdî hene tinin nizane,lê dema kû konferansa êzdiyan ya navnetevî li amedê çêdibe serok wezî jiber acisiyê siyasî êzdiyan bi zerdeştiyê sucdardike,piştî demekê diçe Midyadê dibê êzdîjî neferê vî welatîne,vêgajî dibêje êzdî hemwelatiyê yekemînin li turkiyê,dema kû nasnama mirov fermî neyê qebûlkirin.Di nasnama êzdiyande x,0 anjî bê dîn were nivsandin.Ev yek çawa çêdibe?Îrojî jibo vegerê ewlekariya me tinebe,gundê me îşkalkirbîn.Navê gundê me werin gûhartin.Bi zorê camî di gundê mede werin çêkirin?Wê çaxê em çawa karin bêjin turkiye li gorî huquqê dewletek demokratîk tê bi rêvebirin?..
DAXWAZIYÊ ME JI DEWLETÊ ÇINE?
1.Jiber hemû zahmetî û zoriyê di dîrok turkiyêde ser êzdiyan hatine çêkirin.Lêbuhirîna xwe bixwaze?
2.Divê nasnama kurdê êzdî ya olî fermî nazbike û di makezagonêde qebulbike?
3.Ewlekariya wan jibo mafên olî,jiyanê û hemwelatî bi parêze?
4.Bêyî şart û şûrt li gorî huquqa dewletek demokratîk gundên wanî hatine desteserkirin.Li wan vegerîne?
5.Li gorî hasesyetê kurdê êzdî navê gundên wan weri erêkirin.Û ji nîrxên wanî pîroz re hurmet û wekhevî were nîşandan?
6.Jibo vegerê şartên azadî,ewlekarî û jiyanê werin afrandin?
7.Jibo avakirina gunda tanzimat were dayîn?
8.Divê Feodal,eşîr û axayê kû xwe ser huquqê devletê re dibînin,mudahalake cidî were pêkanîn?
NÊZÎKBÛNÊ CIVAKÊ
Herêmê kû kurdên êzdî lê jiyandikin.Bi piranî kurdên muslmanin û herêmên kû tesîr û bandora eşîrtî,feodalî û axa tî lê hakîme,jiber van sedemanjî di milên olîde gelek nehekiyê berçav hatine pêkanîn,di milên zordestî,koletî û çavsoriyêdejî mantiqên feodalî,eşîrtî û axa warî gelek zilm bi bedelên madî û manevî li kurdên êzdî hatiye kirin.Li hemberî van kiryarê zilm û zorê civak ya bêdeng maye,yanjî raya xwe daye vê zilmê,yajî temaşkiriye,anjî bi ramanê olî kû êzdî neji ometa mene temaşekiriye,herçiqas divan 30 salê dawîde gelek tişt hatibin guhartin jî,lê mixabin hêjî piraniya van fikir,raman û zihniyeta li herêmê kû êzdî lê jiyandikni tê berdewamkirin!..
DAXWAZIYÊ ME JI CIVAKÊ?
1.Divê civak xwe li gorî rêhê welatparêzî amadebike û di emelde li birayê xweyî kurdê êzdî xweyî derkeve?
2.Zilm û zora jiber sedemên kû em êzdîne qet qebûlnekin?
3.Pêwîste kû neheqî,zordestî û çavsoriya axa,feodala û eşîrê li herêmê ser êzdiyan qebûlneke?
4.Girînge bi rengekî eşkere û pratîk jibo vegera kurdên êzdî piştgirtinê bike?
5.Divê bi rengekî zelal,kesên ji eşîra wan,ji herêma wan mal û gundên êzdiyan desteserkirbin.Li hember wan bê deng nemînin?
6.Girînge li hemberî pêvajoya aşîtiyê,erkên xweyî welatparêzî di asta herî bilind de weynin cîh?
NÊZÎKBÛNÊ SAZIYÊ DEMOKRATÎK,SIFÎL Û MAFÊN MIROVA
Her çiqas ji terefên van saziya ve kurdên êzdî hatibin nazkirin.Û muhatab girtinjî lê mixabin.Bi rengekî erênî xweyî derketinek pratîk pêknehatîye,tenê bi riya henek,civîn,peyam û daxuyaniya pişgirtin hatiye çêkirin.Ev yekjî ne têra moral û cesaretê êzdiyan dike jibo vegerê û nejî hemû astengî,zil û zorên ser êzdiyan radike,divê hemû sazî û rêxstinê civakî û mafên mirova bi rengekî mafên mirova,li ser esasên demokrasiyê li kurdên êzdî xweyî derkevin.Jiber kû êzdî êdî piştî demeke dirêj dixwazin vegerin welat û gundê xwe,dixwazin bivin perçekî pêvajoya aşîtiyê û demokratîkbûna turkiyê?...
DAXWAZIYÊ ME JI SAZIYÊ DEMOKRATÎK Û MAFÊN MIROVAN?
1.Divê bi rengekî eşkere li gorî erk û berpirsiyariya ramanê saziyê xwe pişgirtina kurdên êzdî were kirin?
2.Pêwîste bi rêbazên çalekiyê demokratîk li êzdiyan xweyî derkevin?
3.Divê berpirsiyar û xebatkarê van saziya nebin hevkarê van zil û zorê ser êzdiyan?
4.Girînge bi proje,dîtin û rêhên pêvajoya aşîtiyê li vegera êzdiyan xweyî derkevin?
5.Pêwîste ser rewşa kurdên êzdî li meclis,şaredarî û hemû mercên pêwîdar rapora bidin rayedara?
6.Divê li heberî mantiqê zordest,antî demokratîk,zihniyeta paşverû û helwestê dagirkeriyê deklarasyona belavbikin?
NÊZKBÛNÊ ÇAPEMENIYÊ
Tevî kû jibo buyerê ser êzdiyan di qewimin.Çapemenî gelekî hasas ser pirsgirêkên êzdyan disekinejî,lê divê çapemeniya navnetevî,çapemeniya dewletê û bi taybet çapemeniya kurdên êzdî û ya kurdî zaftir li kurdên êzdî xweyî derkeve!
DAXWAZIYÊ ME JI ÇAPEMENIYÊ?
1.Jiberê zaftir li kurdê êzdî xweyî derkeve?
2.Lêkolînê dokomenter ser dîroka êzdiyan çêbike?
3.Hemû herêmê êzdiyan baştir lêkolîna pêkbîne?
4.Dawê kurdên êzdî ê huquqî bi rengekî aktîftir bi şopîne?
5.Hemû zilm,zor û çavsoriya ser êzdiyan deşîfre bike?
6.Gundê êzdiyan kû hatine desteserkirin.Îşkalkirin.Û zararê madî û manevî hatine dayîn bi raya gîhîştîre parvebike?
NÊZÎKBÛNA HÊZA RIZGARIYA DEMOKRATÎK
Divî 30 salê dawîde ê kû herî zêde bedelê madî,manevî,olî û civakî dane kurdên êzdîne,jiber sedemên şerê qirêj li kurdîstanê û gelek sedemên dinê,kurdên êzdî mecburbûn gundê xwe,cîh û wahrê xwe,ziyaretgehê xwe û welatê xwe terkbikin.halê hazir li bakurê kurdîstanê piraniya gundê êzdiya walbûne,tenê dora 500 kesî dinava gelek zahmetî û zoriyê kû me li jor destnîşkirine de jiyana xwe berdewamdikin.Gelek gundê me hatine desteserkirin.Îşkalkirin.Li diyasporajî gelek bedelên olî,civakî,çandî hatine dayîn,lê piştî proja rêberê gelê kurd ya rizgariya demokratîk,daxuyaniya serokê KCK M.Karayilan kû vê pêvajoyê jibo êzdiya pêvajoyeke stratejîke hat bilêvkirin.Nivîsa serokê KCK ê nu C.Bayik bi gotara AXA QEDÎM li bendameye hate belakirin.Û gelek mînakê dinê kurdên êzdî jibona vegera welat zaftir motîvekiriye,
lê hemû astengî,zahmetî,zordestî,zihniyet û hewldanên antî demokratîk li pêşiya vegera kurdên êzdî aloziyê mezin çêdikin.Kurdên êzdî ji nan û avê ferztir dixwazin livê pêvajoya aşîtiyê xweyî derkevin.Bivin perçekî hêza rizgariya demokratîk,ji hemû demî zaftirjî pêvajoyê jibo vegerê girîng dibînin.Jiber kû hasasyetê kurdên êzdî ji gelek ola,civaka cudetir hene, herwusa rewşa gundê wanî hatine desteserkirin,bi mantiqê paşverû zordestiyê axa,eşîr û feodalê hermê di sedsala 21 de bi rengekî hovane,çavsoriyê dervayî mirohovayê dixwazin vegera kurdên êzdî astengbikin.Jiber kû em zanin îdolojiya rizgariya demokratîk ser esasê wekhevî,demokratî,azadî û huquqa mafê mirovaye, bi taybetî jibo hemû milet,kêm netev û ola hasasyetê girîng di parêze,jibo kurdên êzdîjî jiber gelek hasesyetên wanî dîrokî rûmeteke poztîf cûdedaxwaziyê pêktîne,wek kurdên êzdîjî bi taybetî jiber kû em bi vê îdolojî,felsefe û daxuyaniyê rayedarê rizgariya demokratî bawerin.Moralê vegerê û cesaretê berxwedanê bi mere çêbûye!?..
DAXWAZIYÊ ME JI HÊZA RIZGARIYA DEMOKRATÎK?
1.Divê bi mudahaleke cidî li vegera kurdên êzdî xweyî were derketin?
2.Pêwîste gundê êzdiyan kû hatine desteserkirin.Rojek berî rojekê weri azadkirin?
3.Girînge însyatîfa gel pişgirtinek cîdî û pratîk bide kûrdên êzdî?
4.Divê li hemberî axa,eşîr û feodalê kû li kurdên êzdî zilmê,zorê û çavsoriyê dikin.Teşîreke mezin were pêkanîn?
5.Divê hemê hêz,sazî û rêxstinê nêzîkî hêza rizgariya demokratîk li kurdên êzdî xweyî derkeve?
6.Pêwîste hemû kesê dinava saziyên rizgariya demokratîk de wezîfên xwe li heberî vegerê bi xirabî kartîne cidî weri hişyarkirin?
7.Girînge komsiyonê taybet jibo lêkolîna gundê êzdiyan werin amadekirin?
8.Divê zilm û zora ser êzdiyê welat dibe xweyî derketin were çêkirin?
9.Girînge hemû nîrxên kurdên êzdiyan li welat mayî werin parastin?
10.Divê ewlekariya kurdên êzdî were parastin?
11.Jibo qebulkirina nasnama ola êzdiyan hewldan werin pêkanîn?
12.Jibo temsîl û statuya kurdên êzdî di hemû sazî û merca de cîh were veqetandin?
Ez hêvîdarim kû hemû rayedarê dewletê,rayedarê hêza rizgariya demokratîk,berpirsiyar û nunerê hemû sazî,rêxstina guh bidin vê qirîn û hawara kurdên êzdî,divê pêvajoya aşitiya navbera gelê kurd û tirk de bivin perçekî aşîtiyê,di vê dema kû gelê kurd konferansa xweye netevî li dardixe bivin haveynê yekîtiya netevî,jibo em bivin mînakê herî poztîf jibo vegera welat û gundê xwe,bi van bîr û baweriya ez banga xwe li hemû kesî dikim.Jibo em li welatekî azad û demokratîk bijîn,jibo em karibin vegerin cîh û warê bav û kalê xwe,jibo turkyeke demokratîk û kurdîstaneke azad, li kurdê êzdî xweyî derkevin!?..
Nedim Erkiş
n-erkis@web.de
30.07.2013