Symposiuma Êzdiyan li Unversta Gißsen

Veröffentlicht am 14.12.2013
Symposiuma Êzdiyan li Unversta Gißsen





Roja 27-28 .07.12 a,bi organîza rêvebiriya mala êzdiyan Gißen û hevkariya Xiristiyana jibo 2 roja Symposium hatine pilankirin.

Roja yekemîn li mala êzdiyan Gißen,despêkê Adnan Xêravayî bi diroza Şîxahadî bîranîna cangoriya pêkanî,axaftineke kurt pêkanî û serkeftin ji Symposium ê re xwast.Piştre serokê mala êzdiyan Gißsen Îrfan Ortaç hemû beşdar silavkirin.Û rojeva 2 roja bi beşdara re parvekir.

Prof.Dr Linus Hauser jî hemû beşdarê Symposium ê silavkirin.Û armancê Symposiuma jibo êzdiyan şîrovekir.Got ew qîmetek mezin didin ola êzdatiyê,jibo kû Ola êzdatiyê bê naskirin.Çi ji destê wan were ê pêkbînin.Wek mînak amadekariyê wan jibo bîblotekekê û jibo perwerda ola êzdatiyê di Unversta Gißen de were dayîn xebat û lêkolînê wan hene.
.
Symposiuma Êzdiyan li Unversta Gißsen





Roja 27-28 .07.12 a,bi organîza rêvebiriya mala êzdiyan Gißen û hevkariya Xiristiyana jibo 2 roja Symposium hatine pilankirin.

Roja yekemîn li mala êzdiyan Gißen,despêkê Adnan Xêravayî bi diroza Şîxahadî bîranîna cangoriya pêkanî,axaftineke kurt pêkanî û serkeftin ji Symposium ê re xwast.Piştre serokê mala êzdiyan Gißsen Îrfan Ortaç hemû beşdar silavkirin.Û rojeva 2 roja bi beşdara re parvekir.

Prof.Dr Linus Hauser jî hemû beşdarê Symposium ê silavkirin.Û armancê Symposiuma jibo êzdiyan şîrovekir.Got ew qîmetek mezin didin ola êzdatiyê,jibo kû Ola êzdatiyê bê naskirin.Çi ji destê wan were ê pêkbînin.Wek mînak amadekariyê wan jibo bîblotekekê û jibo perwerda ola êzdatiyê di Unversta Gißen de were dayîn xebat û lêkolînê wan hene.
.

Serhat Ortaç (Hakim)

Semînervanê yekemîn Serhat Ortaç bû,mijara wî ser dîroka Şîxhadî ya batinî û beşerî bû,Ortaç lêkolîna xweye kû jibo teza zanîngehê nivisandibû berfire şîrovekir.Bi taybetî da xuyakirin kû ev lêkolî bi piranî ji lêkolînê biyaniya berhevkirine,jiber kû di lêkolîn û şîrovê de gelek noktê dûrî mijarê hebû,beşdara bi dîtin û pirsên xwe mijar hem berfirekirin.Û hemjî bi rengekî poztîf li dîroka Şîxahadî xeyî derketin.Hêjayî gotinêye kû rêzdar Serhat Ortaç li heber pirs û nîrxandinê beşdara xêwdan da..

Civîna Mal û komelên Êzdiyan

Organîzasiyona Symposium ê piraniya mal û komelên êzdiyan li almaniya dawetî Symposium ê kiribûn,Mala êzdiyan Emmerich,Kaniya sîpî,YES,Nînburg û Gißen amadebûn,Bilefeld,Kalkar,Bingeh Laliş û Sentral Rat jî bi nivîskî û telfona pişgirtina xwe diyarkiribûn,

Piştî Symposiuma roja yekê bi civînek taybet kû berê wek konseptek ji 6 xalan kû ji hemû mal û komela re hatibû şandin.Hetanî derengiya şevê bi nuner,îlmdar,rewşenbîr û piraniya beşdarê Symposium ê re rewşa mal û saziyê êzdiyan hate nîrxandin.Di encama nîrxandinê gelekî berfirede 6 xalên hatibûne destnîşankirin.Bi erênî hatin Qebûlkirin.Jibo erêniya hemû mal û komelê mayî jî divê hewldan bêne kirin!..

Hêjayî gotinêye kû tevî hemû sevînervanên êzdî,ne fermî bejî sekreterê Sentral Rat ê Orhan Onat,ji rêvebirê berê ê FKÊ Merwan Reşo,Îlmdar Adnan Xêravayî,General Pîr Huseyîn Merhan jî di civînê de amadebûn.

Roja 2.

Roja 2. Symposium li Unversta Gißen hate berdewamkirin.Vekirina Symposium ê Prof.Dr Linus Hauser pêkanî piştî silavkirin.Xêrhatin.Kefxweşiya xwe jibo hemû beşdara anî ziman,bi axaftineke kurt jibo paşeroja êzdiyan lêkolînên kû di pilanê wande anîn ziman û ji semînerva re serkeftin xwast.

Chaukeddin Issa (Nivîskar)

Mijara C.Îssa jî li ser qewl û beytên êzdiyan bû,Îssa berfire ser dîrok û armanca qewl û beytên êzdiyan nîrxandin.Pêkanîn,ji prtûkê xweyî kû bi almanî çapkirbûn mînakên bi wate û balkêş bi beşdara re parvekirin.Semînera C.Îssa jî nava wê gelekî tije bû bi belge û dokument bû lewmajî bala xerîba û hemû beşdara bi alaqeyeke mezin hate şopandin.

Abdulaziz Abdallah (Endamê Meclisa Ruhanî)

Mijara Abdulaziz jî ser dîrok, mîtolojî û paşeroja êzdiyan bû,Abdallah bi 2 zimana semînera xwe pêşkêşkir.Bi zimanê Îngîlîzî û Kurdî,bi rengekî dokûment,delîl û belgên gelekî balkêş semînera herî demdirêj bû,bi taybetî balkêşiya biyaniya û sebra beşdara gelekî watedarbû,piştî pirs û dîtinê beşdaran navber hate dayîn.

Cîhan Acar (Sosyolog)

Mijara Acar jî ser rewşa êzdiyan li diyaspora jibo întegrasiyonê bû,jiber Cîhan bi xwejî li diyaspora hatiye dinê,lewmajî mijara xwe bi taybetî li ser bajêrê kû lê hatibû dinê û ciwanê wê herêmê amadekiribû,C.Acar bi mînakên balkêş kû qewimîne û jibo parastina paşeroja ciwanan pêşniyazê taybet kirin!

Dr.Şefîk Tagay

Dr.Ş.Tagay jî mijara wî ser rewşa êzdiyan li diyaspora bi rengekî gîhîştî bi îstastîk,anket û dokomenter berfire semînera xwe berdewamkir.Tagay diyarkir kû herçiqas zêdetirî 40 salî bejî kû kurdên êzdî li almaniya binjî,li gorî anketê destê wî ji 70% hêjî bi rengekî gelekî xurt û aktîf girêdayî ol,çand,irf û edetên xwene,Dr.Şefîk da xuyakirin.Divê kû bi rengekî xwerêxstinkirî civaka kurdên êzdî xwe bi parêze!..

Piştî navbera xwarinê û spasiya hevkariya mala êzdiyan Gißen û Xiristiyan jibo hemû semînervana û beşdaran berêvarkî xatir hatin xwastin.

Hêjayî gotinêye kû çend Profesor ji Zanîngeha Gißen û gelek almanên navdarjî tevlî  Symposium ê bûbûn,rojnema Gißen jî amadebû,herwusa ji aliyê organîsasiyonê ve hate diyarkirin.Kû lêkolînê semînervana ê wek prtûkekê werin çapkirin..


Nedîm Erkîş
viagra sposoby
25.09.2012 20:44:25
levitra Ekscentryczne
srodek zapobiegajacy. Owo istnieje takie linie. http://kamagra-bez-tabu.pl Utilization Viagra w leczeniu zaburzen erekcji tuz przy mezczyzn istnieje slawetnym straszydlem, wszak figurze, ktore
Cialis.
Klopot erekcji tuz przy mezczyzn istnieje zdefiniowana jako niemoznosc osiagniecia badz podtrzymania erekcji pracia, ze