KONFERANSA ÊZDIYAN LI AMEDÊ !

Veröffentlicht am 14.12.2013
KONFERANSA ÊZDIYAN LI AMEDÊ !



 



EJÎ LI WURBÛM



Ev demeke dirêje wek 30 salî kû kurdên ezdîjî bi rêk û pêk xwe bi rêxstindikin.Bi civîn,çalekî,konferans û hewldan lobiya xwe bi pêşdixin.Di nav vê dema bahskirîde,bi 10.rêxstin,mal,sazî û deskeftên pêwîst afrandine, li hemû perçên kurdîstan,qavqasiya û cîhanê nasnama kurdên êzdî ji nêzve tê şopandin.Û naskirin.Bi taybetî partiyê kurd dibin hişyariya kurdê êzdî ola kurda ya herî bingehîne,kurdê resenin,bi bedelê dîrokê tacê serê kurda ne,gula kurdîstan`in pişgirtinê didin!..



 



Li diyaspora jî jiber kurdê êzdî wek civak û olek mazlum tên dîtin.Gelek dewleta derê xwe jiwan re vekir.Û mafên penaberiyê ê mayînde dan wan,kurdên êzdî jî herçiqas diyaspora jibo irf,edet,ol,çand,ziman gelek zahmetî û zorî jiyandikinjî,lê ji gelek derfet,îmkan û deskeftên wan sud werdigirin.Despêka xwerêxstinkirina êzdiyan ji vê qadê dest pêkir,parlementer,wekîl,profesor,sawcî,parêzer,pedegok û ji hemû beşên navdariyê dinê bi sedan mînak hene!..



 



Jibo kurdên êzdî nasnama wan baştir were nazkirin.Li piraniya paytextên europa û parlementoya dosyayê taybet hatine dayîn,jibo parastina nîrxên êzdatiyê dosyek dîrokî jibo UNESKO hate dayîn,piştî kû rêzdar Feleknas Uca bû parlementera europa cara yekemîn,ola êzdiya fermî hate naskirin.Di vê rêde gelek cara li Parlemena Europa Bruchsel,Konseya Eurupa Strasburg civînê taybet hatin pêkanîn û dosyayê girîng hatin dayîn!..



 



Divê pêvajoya dem dirêjde,hem li europa,hem li kurdîstan û hemjî li qavqasiya kurdên êzdî bi gelek hewldanên taybet xwe bi rêxstinkirin.Û gelek çalekiyê navdar pêkanîn,ji sala 2000 a û virde di hemû biryarê FKÊ de hebû kû konferanseke navnetevî were li darxstin.Lê mixabin jiber gelek sedema ancax sala 2011 herçikas cî û zeman ne musayîtbûjî,ji terefên FKÊ ve hatibû pilankirn kû li şengalê were pêkanîn,lê mixabin herçiqas şengal ser hukûmeta bexdayê bejî,lê konferans ji terefê KDP ve bi sedemên vale hatibû betalkirin!?..



 



Piştî demekê komsiyona ol û baweriya ya DTK biryar girt kû konferansa kurdên êzdî ya navnetevî li Amedê roja 17-18.10.2012 li darbixe,herçiqas hemû rêxstinê êzdiyan,navdar û gelek kesên alaqedar hatibin jibîrkirinjî,lê cara ewilbû kû organîzek wusa berfire,temsîlek bilind,gelek siyasetmedar,partî,rêxstin.Baweriyê din û saziyê sifîl amadebûn,



 



Konferansa kû 2 roja bi gelek babet,mijar û li ser hemû pirsgirêkên cîhanê ê êzdiyan berfire hate niqaşkirin.Û gûftûgokirin.Ji terefê heyeta ruhanî,Mîr Tahsîm Beg,hevserokê DTK Ahmed Turk,Aysel Tuxluk,gelek wekîlê BDP,KDP;YNK û bi dehan navdar û dostên kurdên êzdî ve hetanî dawiyê bi alaqeyeke mezin hate şopandin..



 



Argomentê kû mora xwe li konferansê dan poztîf çibûn!



: Ciyê konferansê kû amedbû û komsiyona ol û baweriya DTK amadekirbû



: Cara ewilbû kû temsîlek wusa berfire amadebû



: Lêbûhûrîna Ahmed Turk jibo zilma ser êzdiyan,jibo dîrokê rû bi rûbûneke poztîfbû



: Lêbûhûrîna Serokê oldarê Amedê bi wateke girîng bû



: Xelata ji terfên dayêkên aşîtiyê ve jibo Mîr Tahsîm Beg hate dayîn pîroz bû



: Biryara kongera êzdiyê cihanê kû 2 salê dinê li Hewlêrê bê çêkirin.



: Herçiqas rêvebiriya hat hilbijartin ne demokratîkbejî pêwîstbû!?..



Argomentê kû mora xwe li konferansê dan negatîf çibûn!



: Ne dawetkirina hemû rêxstin.Û kesên alaqedar



: Kesên kû temsîl heqnekirbûn,hakaretwarî di axifîn!



: Rêvebiriya kû fiftî fiftî hatibû destnîşankirin!



: Kêmansiyê pêşkêşvan



: Nivîskar û kesayetê kû ser êzdiyan dinivîsîn û alaqedardibin.Nehatibûn dawetkirin?



 



Tevlî hemû kêmansiyê kû min destnîşankirinejî,konferans herdû roja jî bi balkêşiyek mezin,hate şopandin.Hêvîdarim kû komîta rêvebir kû hatiye destnîşankirin.Hemû kêmansî,rexine û dîtinê cudejî berçavde derbasbike,hetanî 2 salê dinê bi xebat,hewldan û organîzeke prefesyonel kongera êzdiyê cîhanê li Hewlêrê serkeftî li darbixe!?..



 



Nedîm Erkis



Amed
http://safepayday-loans.co.uk
03.02.2013 04:20:30
http://www.pay-dayz.co.uk
<a href="http://payday-loans-foryou.com">payday loans <a href="http://www.paydaylloann.com">instant cash advance <a href="http://www.erpaydayloans.co.uk">short term loans online <a href="http://paydayloanfor-you.com">click <a href="http://www.paydayloansis.com">online loans</a> Not attend obtain a payday advance empty-handed. To receive a mortgage loan, you will want to bring a couple of objects for you. Such as to several existing devote statement, the proper credit, along with evidence of an actual savings account. The stress differ from b2b. It's actually a good idea to call very first, and enquire what you will should try to move.